Serok Barzanî û cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Serok Barzanî û cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî li gel cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka dawîn pêşhateyên deverê herweha rewşa aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro Serok Barzanî li gel cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka VictoriaTaylor civiya.

Li gorî daxuyaniyekê ji Baregeha Barzanî, cîgira alîkarê wezîrê derve yê Emerîka tekezî li ser dostanî û hevpariya di navbera welatê xwe û herêma Kurdistanê de kir, ji bo piştgirya aramî û pêşketinê li Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê kir.

Di civînê de rewşa siyasî li Iraq, Sûriyê û deverê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Her weha astengiyên li pêş piroseya aştiyê li Turkiyê, û rewşa aliyên Kurdî li Sûriyê û pêwendiyên wan li gel Hikûmeta Sûriyê ya nû hatin gotûbêjkirin.