Li Rojavayê Kurdistanê werzê çandina dar û şitlan e
Welat TV - Hewlêr
Li Rojavayê Kurdistanê dema çandina dar, gul û kulîlkan e. Xelk ji bo ku hewşên xwe bi gul û şînkayî bixemilînin, berê xwe didin meştelan.
Çandina gul û daran, Ji bo hin kesên ku ji siruştê hez dikin sebir û kêfek e û bihna wan pê derdikeve.
Li meştelan gelek cureyên dar û gulan tên firotin, lê di dema niha de ên ku zêdetir têne kirîn, cureyên werzê havînê ne.
Xwediyên meştelan di kîsên taybet de bizir diçînin, û piştî demekê dibe şitil
Li gorî xwediyê meştelan, nirxên şitlan ne gelek buha ne û zêdebûn û kêmbûna nerx li ser cure dimîne.
Ismaîl Iqsan ku xwediyê meşteleke li bajarê Qamişlo ye, ji Welat TV re dibêje ku gelek sûdê çandina daran hene û dara şîn hewayê paqij dihêle û hînkayîyê çêdike.
Kurd bi hezkirina xwe ya ji çandiniyê re tên naskirin, ji ber ku piraniya wan li gundan jiyane. Û tevî ku bajarên wan ji aliyê desthilatan ve dihatin paşguhkirin, lê herî kêm her malkê darek diçand.