Tîmên Duhok û Qadisiyê di lîstika dawîn a Xula Qehremanên Kendavê de pêşberî hev dibin
Welat TV - Hewlêr
Tîmên Duhok û Qadisiyê di lîstika dawîn a Xula Qehremanên Kendavê ya topa pê de pêşberî hev dibin.
Îro demjimêrê 7ê êvarê tîma Duhok û ya Qadisiyê ya Kiwêtê di lîstika dawiyê de ya Xula Qehremanên Kendavê pêşberî hev dibin.
Handerên tîma Duhokê bi heyecaneke mezin xwe ji bo lîstikê amade kirine, û hêvî dikin ku tîma wan bo cara yekem bibe yekemê vê qehremaniyê.
Roja 8ê Nîsanê, listîka çûnê ya Xula Qehremanên Kendavê di navbera tîma Duhokê ya topa pê û tîma Qadisiyê li Kiwêtê bi rê ve çû û bi encama 0-0 bi dawî bû, ev lîstik jî ya vegerê ye ku tê de yekemê qehremaniyê diyar dibe.