Serok Barzanî sersala Êzidî pîroz kir

Serok Barzanî sersala Êzidî pîroz kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî bi bûneya sersala Êzidî pîrozbahiya Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir û hêviya kêfxweşî û aştiyê ji wan re xwest.

Îro Serok Barzanî nameyek bi bûneya sersala Êzidî belav kir, tê de hêvî kir ku êş û azar û koçberiya Kurdên Êzidî li ser destên terorist û dijminên gelê Kurd raweste û Êzidî birûmet û azadî vegerin deverên xwe.

Serok Barzanî da zanîn jî: “Divê hemû alî alîkar bin da ku Kurdên Êzidî çarenivîs û pêşeroja xwe hilbijêrin her weha divê maf, çand, kultûr û kevneşopên wan werin parastin û birînên wan werin dermankirin”.

Di dawiyê de, Serok Barzanî hêvî kir ku Kurdên Êzidî di keşûhewayeke ji kêfxweşî û aramiyê de hemû cejnên xwe derbas bikin.