241 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin

241 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin

Welat TV - Hewlêr

Karwaneke nû ji malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya li Başûrê Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê derketin û berê xwe da Iraqê.

Di çarçoveya hemahingiya di navbera Rêveberiya Xweser a PYDê û komîta koçûkoçberan di perlemana Iraqê de, îro karwanekî nû ku ji 241 malbatên Iraqî pêk dihat (866 kes) ji kampa Holê derketin û berê xwe da Iraqê, piroseya derketinê bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewetî bi rê ve çû.

*Pirose berdewam e

Di vê derbarê de Berpirsê Nivîsgeha derketinê ji kampa Holê Şikrî El-Hecî ji medyayeke Iraqî re da zanîn ku, îsal kar li ser derketina malbatên Iraqî bi awayekî dilxwazane bo welatên wan tê kirin.

El-Hecî da zanîn ku 20 basên Iraqî ji bo veguhestina malbatên ku ji kampê derdikevin û berê xwe bi rêya dergehê Til Koçer bo Iraqê tên veguhestin, hatine şandin.

Li aliyeke din ji bo gerentîkirina ewlehiya gihandina basan bo Iraqê hejmarek ji zirîpoşên Emerîkî li gel wan basan bi rê ketin.

Di dawiya Meha Adara bûrî de, derdora 190 malbat ku ji 700 kesî pêk dihatin ji kampa Holê ber bi Iraqê ve derketin.

Li gorî datayên "Rêveberiya Xweser" hejmara kesên ku li kampa Holê dimînin, 39 Hezar kes in jê 15 Hezar Sûrî ne, 17 Hezar Iraqî ne û 7000 kesên din jî, ji regeznameyên biyanî ne.