Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li gundewarê Quneytera encam da

Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li gundewarê Quneytera encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzeke Israîlî derbasî gundewarê başûrê Quneyterayê bû û hilmeteke pişkinînê encam da.

Îro hêzeke Israîlê ku ji hejmarek zerîpoş pêk dihat derbasî gundê Hemêdiyê li başûrê Quneytera bû û hilmeteke pişkinînê li hejmarek mal encam da.

Duh jî, hêzeke Israîlî derbasî bakurê bajarokê Bitirnece li gundewarê Quneytera bû û piştî çend demjimêran vekşiya.

Piştî hilweşîna Rêjîma Esed, hêzên Israîlê derbasî gelek dever li başûrê Sûriyê bûne her weha gelek baregeh û navendên leşkerî wêran kirin.

Di vê derbarê de, Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu dabû zanîn ku ew rê nadin artêşa Sûrî ku derbasî başûrê Şamê bibe.

►Her weha bixwîne: Benjamin Netanyahu: Em nahêlin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe