Serok Barzanî pêşwazî li tîma Duhok kir û germtirîn pîrozbahî li wan kir

Serok Barzanî pêşwazî li tîma Duhok kir û germtirîn pîrozbahî li wan kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li tîma Duhok ya topa pê kir û germtirîn pîrozbahî û destxweşî li listkvanan kir.

Serok Barzanî spasiya, rêveber, endam, lîstikvan û tîma Duhok û her kesê ku rola wî di serkeftina dîrokî ya bidestxistina cama kendavê de kir.

*Rola werzişvanan

Serok Barzanî behsa rola werziş û werzişvanan li jiyanê kir û got dikarin ji siyasetê bêhtir doza gelê xwe bi cîhanê bidin naskirin.

*Tîm camê diyarî serok Barzanî dike 

Tîma Duhok spasiya xemxwarî û piştevaniya serok Barzanî kir û got piştevaniya serok hêz û viyan wan zêde kirin her weha, serkeftin û cama bi dest xistiye diyarî serok Barzanî kirin.

Di hevdîtinê de parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter jî amade bû, dirêsê tîma Duhokê pêşkêşî Serok Barzanî kir ku Îmzeya hemû lîstikvanên tîma Duhokê li ser bû.