Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên diravî pêşkêşî xwendevanên zanîngehê li Efrînê kirin
Welat TV – Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên diravî pêşkêşî bi dehên xwendevanên zanîngehê yên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Welat TV ragihand ku roja 15ê Nîsana 2025an nivîsgeha wê li Efrînê alîkariyên diravî pêşkêşî xwendevanên zanîngehê kirin.
*125 xwendevan sûdmend in
Dehzgehê got ku di vê çalakiyê de hejmara xwendevanên ku alîkarî ji wan re hatine pêşkêşkirin, 125 xwendevan in, ji şêniyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne, û niha li zanîngeha Ezazê dixwînin, û gujma peran a ku ji her xwendevanekî re hatiye pêşkêşkirin 100 dolar e.
Xwendevanan ji Welat TV re got, alîkariya ku dezgeh bi wan re dike, wan han dide ku xwendina xwe berdewam bikin, û serkeftinê tê de bi dest xwe ve bînin.
*Car sêyemîn e
Ev e 3yêm car e îsal Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên diravî pêşkêşî 130 xwendevanên zanîngehê dike, cara yekem di 29 çileyê de bû û ya dûyan di 17 Adarê de bû.
*Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê
Di 4ê Tîrmeha 2023yan de jî, Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina Karîtas ya Elmanî Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekir, ta niha bi çalakiyên cuda radibe û alîkariyan di hemû waran de pêkêşî dike.