Papayê Vatîkanê êrîşên Îranî li ser Hewlêrê şermezar kirin

Papayê Vatîkanê êrîşên Îranî li ser Hewlêrê şermezar kirin
Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs

Welat TV – Hewlêr

Di gotara xwe ya heftiyane de, Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs, êrîşên Îranî li ser bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, şermezar kirin.

Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs banga rawestandina tundûtûjiyê li Rojhilata Navîn kir, û êrîşên Îranî li ser Hewlêrê, şermezar kirin û got: Ev kiryar li dijî prensîpên peywendiyên baş li gel cîranan e.

Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs bang li hemû aliyan kir: Her gavek dikeve çarçoveya afrandina pirsgirêk û girjiyan li Rojhilata Navîn, jê bi dûr bikevin, û rê li ber şer û cengan bigirin.

Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Şeva 15 li ser 16ê Çileya 2024an, Pasdarên Îranî bi mûşekên balistî, êrîşî Hewlêrê kir, di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, û hejmareke din birîndar bûn.