11 malbatên Kurd ji Libnan û Reqayê vegeriyan gundekî Efrînê

11 malbatên Kurd ji Libnan û Reqayê vegeriyan gundekî Efrînê

Welat TV - Hewlêr

Malbateke penaber ji Libnanê û 10 malbatên din ên koçberkirî ji Reqa û Tebqa vegeriyan gundekî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Jêderên taybet ji Welat TV re got: 11 malbatên Kurd vegeriyan gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê, 10 ji Reqa û Tebqa vegeriyan û malbateke din a penaber ji Libnanê vegeriyaye.

Malbata penaber piştî 10 salan ji jiyana penaberiyê vegeriya gundê xwe.

*125 malbatên Ereb ên hawirde derketine

Jêderan diyar kir, ku 125 malbatên Ereb ên hawirde ji gund derketine û rêjeya wan kêm bûye.

*Qonaxa piştî ketina Esed

Ji dema ketina Esed ve û vekirina rêyên sereke navbera Heleb û Efrînê de bi hezaran malbatên Kurd vegeriyane Efrîn û navçeyên wê her weha malbatên ereb ên ku ji ber rêjîma Esed reviyabûn, ji Efrînê derdikevin û vedigerin cî û warê xwe.