3 dayîkên Kurd ên Kobaniyê banga vegerandina zarokên xwe dikin
Welat TV - Hewlêr
Dayîkên 3 zarokên Kurd ên Kobaniyê banga vegerandina kurên xwe dikin, û tekez dikin ku "Ciwanên Şoreşger" ew revandine.
*Zarokên ku hatine revandin:
*Fereh Mihemed Ebdo jidayîkbûya 2010an e
*Necme Merwan Şêx Mihemed jidayîkbûya 2009an e
*Ibrahîm Xelîl Himik jidayîkbûyê 2009an e
Dayîkên Fereh û Necme di du vîdyoyên cuda de gotin ku keçên wan ji dibistanê hatine revandin, ew ne yên şer û hilgirtina çekan in.
*7 meh in revandî ye
Dayîka Ibrahîm ê ji gundê Bexdikê jî got: Ev 7 mih in Ciwanên Şoreşger kurê wê yê tekane revandiye, heta niha tiştekî li ser nizanin.
Her sê dayîkan bangê li fermandarê HSD, Mezlûm Ebdî kir ku zarokên wan vegerîne.