Papayê Vatîkan koça dawî kir

Papayê Vatîkan koça dawî kir

Welat TV - Hewlêr

Papayê Vatîkan îro 21ê Nîsana 2025an koça dawî kir.

Vatîkanê bi fermî ragihand ku Papa Fransîs papayê Vatîkan di 88 saliya xwe de koça dawî kir.

Ji demekê ve, Papa Fransîs papayê Vatîkan rastî kirîzekê hatibû û dihat dermankirin.

Papa Fransîs ji dayîkbûyê sala 1936an e, 13 Adara 2013an weke Papayê Vatîkanê hat hilbijartin û roja 19ê Adara heman salê bi fermî dest bi karê xwe weke Papa kir.