Bi amadebûna serok Mesûd Barzanî roja nimêjê ya niştîmanî bi rê ve diçe
Welat TV - Hewlêr
Bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, roja nimêjê ya niştîmanî li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe.
Yekem car e li Herêma Kurdistanê merasîmeke weha bi rê ve diçe, tê de bi beşdariya berpirsên pilebilind ên cîhanî, Iraqê û Herêma Kurdistanê, her weha nûnerên hikûmetan li Ewropa û Emerîka û Rojhilata Navîn û endam perlemanan, Roja Nimêjê ya Niştimanî bi rê ve diçe.
Merasîm li jêr navê "Berev yekbûna ayînî ve" li dar dikeve, ji roja 23 dest pê dike û ta 25 berdewam dike.
Di çalakiyan de, nimêj û lava ji Herêma Kurdistanê re ya ku sembola biratî, pêkvejiyna û aştiyê ye têne kirin.