JI destpêka 2025an ve.. 727 kes bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Bi sedan kes li seranserî Sûriyê ji destpêka sala 2025an ve bûn qurbaniyên paşmayên şer, hejmareke mezin ji wan canên xwe ji dest dane û gelek kes bi giranî birîndar bûne.

Di vê derbarê de, îro Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de, hejamara qurbaniyên teqîna paşmayên şer li seranserî Sûriyê ji destpêka sala 2025an ve belge kir.

*Hejmara qurbaniyan

Li gorî raportê, ji destpêka salê ve, 357 kesan li Sûriyê di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, di nav wan de, 80 zarok û 19 jinan hene.

Her weha, 370 kes di teqîna paşmayên şer de birîndar bûne, di nav wan de, 156 zarok û 3 jinan hene.

*Deverên belavbûnê

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, ew qurbanî bi awayekî mezin li deverên di bin kontirola hikûmeta Şamê de belav bûne (338 kesan di teqîna paşmayan de canên xwe ji dest dane û 331 kes birîndar bûne).

Li deverên di bin kontirola HSD de jî, 19 kesan di teqîna paşmayên şer de ji destpêka salê ve, canên xwe ji dest dane û 39 kes birîndar bûne.

Ji bilî amarên ku hatin belgekirin hîn navên gelek qurbaniyan nehatine belgekirin, û paşmayên şer bûne yek ji mijarên herî metrsîdar ku gefê li jiyan welatiyên Sûriyê dixwe.