ENKS bilindkirina nirxê mazotê şermezar kir: Xelekek ji zincîrek siyasetên şaş e
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyek derbarê bilindkirina nirxê mazotê ji 30 sentên Emerîkî bo 55 sentan ji aliyê “Rêveberiya Xweser” a PYDê ve derxist û ew bi xelekek ji zicîrek siaysetên şaş bi nav kir.
ENKS îro di daxuyaniyekê de got: “Biryara ”Rêveberiya Xweser” di demekê de tê, ku welatî di rewşeke zehmet de dijîn, ji ber bilindbûna berdewam a nirxên kelûpelên sereke, xerabûna rewşa xizmetguzariyan û belavbûna bêkariyê”.
*Bandor karesatî ne
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî diyar kir ku encamên bilindkirina nirxê nên di dema dawiyê de û bilindkirina nirxê sotemeniyê dê karesatî bin, nexasim li ser karta çandiniyê ku ji hişkesaliyê û zincîrek siyasatên şaş dinale, dawîn yek nirxê kêm ê ku ji bo kirîna genim sala bûrî hatî destnîşankirin.
Daxuyaniyê da zanîn ku biryara bilindkirina nirxê mazotê bûye sedema bilindkirina nirxan di hemû warên jiyana rojane de û rewşa welatiyan zehmetir kiriye.
*Em bilindkirina nirxê mazotê şermezar dikin
ENKS biryara bilindkirina nirxê mazotê şermezar kir û bang li “Rêveberiya Xweser” a PYDê kir ku ji vê biryarê vegere û ew weke berpirs di ber bandorên civakî û abûrî yên metirsîdar de bi nav kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tekez kir: “Em berdewam in di her lihevkirinekê de ku xizmeta doza Kurdî û nêrîna siyasî ya hevbeş dike, lê em di heman demê de her biryareke ku ziyanên dighîne xelkê red dikin”.
ENKS da zanîn jî: “Deshilata yekreng û nebûna zelaliyê di biryaran de nikarîbûne aramiyê bi cî bikin û kirîz, hejarî û koçberiyê zêde kirin û ew ê berdewam bin di kar de bi hemû rêkarên aştiyane ji bo rawestandina van siyasetan û berevaniyê di ber berjewendiyên gelê xwe de”.
►Her weha bixwîne: Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji bilindkirina nirxê mazotê ne razî ne