Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê bi koçbarkirina Papa Fransîs belav dike

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê bi koçbarkirina Papa Fransîs belav dike

Welat TV – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi koçbarkirina Papayê Vatîkan, Papa Fransîs belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku "Papayê Vatîkan semboleke aştî, dadperwerî û nêzîkbûna di navbera gelan û olan û mînakeke dilovanî û ruhaniyetê bû".

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: "Bi navê gelê Kurdistanê û xwe, ji dil sersaxî û hevxemiyeke kûr pêşkêşî bi cîhana Mesîhî û tevahiya mirovayetiyê dikim û jidestdana vî kesayetiyê dîrokî yê mezin xemgîn in ku jiyana xwe ji bo xizmeta mirov û berevaniya li rûmeta mirovî û belavkirina peyama xweşdiviyê û pêkvejiyanê re terxan kiribû".

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir "Em li Herêma Kurdistanê ku firehî û lêbûrînî û pêkvejiyan bingeha civaka me pêktînin, mîrata mirovî û ruhê Papa Fransîs bilind dinirxînin û nizayê dikin û ji Xwedayê mezin hêvîdar in giyanê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û aramiyê bi me hemûyan bibexşê".  

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn "Bîranîn û peyama wî her dem bi çiraya hêvî û aştiya mirovayetiyê dimîne, ji bo me jî bîranîna serdana wan a Herêma Kurdistanê ya li 2021, her dem zîndî û cihê şanaziya me dibe".