Serok Barzanî: Rola Papa Fransîs di belavkirina peyama aştiyê de bilind bû

Serok Barzanî: Rola Papa Fransîs di belavkirina peyama aştiyê de bilind bû

Welat TV – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê re pêşkêş kir.

Serok Barzanî bi koçbarkirina Papa Fransîs, papayê Vatîkan sersaxî belav kir û got: "Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Papayê Pîroz ê Vatîkanê gihîşt min".

Serok Barzanî diyar kir ku "Kesayetiyeke mezin bû û roleke bilind li belavkirina peyama mirovdostî û aştiyê hebû".

Serok Barzanî got jî: "Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî xwişk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û seranserî cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim".

Di dawiya peyama xwe de serok Barzanî got: "Ruhê Papayê Pîroz Fransîs şad be û ji Xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyekê bibexşê".