Karvedanên nerazîbûnê li dijî bilindkirina "Rêveberiya Xweser" ji nirxê mazotê re zêde bûne

Welat TV - Hewlêr

Bilindkirina nirxê mazotê ji aliyê ”Rêveberiya Xweser” a PYDê ve rewşa welatiyan zehmetir kiriye û bûye sedema karvedanên nerazîbûnê li deverên di bin kontirola wê de.

Welat TV karvedanên biryara bilindkirina nirxê mazotê ji 30 sentên Emerîkî bo 55 senatan şopandin, ku nirxê niha li ser welatiyan bûye 6 hezar û 200 lîreyên Sûrî.

Çalakvan, çavdêrên siyasî, û sivîl ji Welat TV re dibêjin, vê biryarê rewşa welatiyan zehmetir kiriye, Çalakvan Şemdîn Nebî ji bajarê Qamişlo got: ”Dem dema destkeftên siyasî ye, ne ya vê biryaya ne di cihê xwe de ye”.

Nivîkar Mihemed Ebdî jî dibîje: ”Biryar di demeke hestiyar de hate dayîn û pêwîst e kesên pispor li ser biriyarên wiha rawestin, ku bandora wan li ser welatiyan berçav e”

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKSê) ev biryar şermezar kir û got, Bilindkirina nirxê mazotê xelekeke ji zincîrek siyasetên şaş e.

Bilindkirina nirxê mazotê li deverên di bin kontirola ”Rêveberiya Xweser” de bûye rojev, gilî û gazin rewşa welatiyan şirove dikin