Efserekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin

Efserekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Ewlekariya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî efserekî Rêjîma Esed a hilweşiyayî li Lizaqiyê girt.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz îro di daxuyaniyek de got ku hêzên ewlekarî li Laziqiyê Emîd Sultan El-Tînawî ku di Istîxbaratên Esmanî yên Rêjîma Esed de kar dikir girt û bo Dozgeriya Gîştî hat veguhestin.

Emîd Sultan El-Tînawî di serdema Rêjîma Esed de, binpêkirin dermafên mirovan de encam dan, di nav de, komkujiya devera Ceyrûd li Gundewarê Şamê sala 2016an.

Her weha, berpirsê hemahengiyê bû di navbera ”Hizbulah” a Libnanî û milîsên din de li Sûriyê û alîkarî pêkêşî milîsan dikir.

►Her weha bixwîne: Berpirsekî rêjîma Esed li Der'ayê hat girtin