Bireke mezin ji madeyên hişbir li Der´ayê hat desteserkirin

Bireke mezin ji madeyên hişbir li Der´ayê hat desteserkirin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya rûbirûbûna madeyên hişbir û hêzên ewlekariya gîştî yên hikûmeta veguhêz a Sûrî bireke mezin ji madeyên hişbir li Der´ayê desteser kir.

Wezareta Navxwe a hikûmeta veguhêz a Sûrî îro da zanîn ku hêzên wê bireke mezin ji madeyên hişber ku ji bo çaxaiyê dihatin amadekirin li der´ayê desteser kir.

Wezaretê wêneyên madeyên ku hatine desteserkirin belav kirin, tê de bi sedan tûrên hebên kaptagonê û heşîşê diyar in.

Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, ku li gorî raportên navdewletî, 80% ji kaptagona cîhan di serdema wê rêjîmê de li Sûriyê dihat çêkirin, hîn jî qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e.

►Her weha bixwîne: Iraqê 400 hezar hebên Kaptagonê desteser kirin