Brîtaniya sizayan li ser 2 Wezaretên Sûriyê û dezgehên hewalgêriyê radike
Welat TV - Hewlêr
Brîtanya siza li ser herdu wezaretên Berevaniyê û Navxwe yên Sûriyê rakirin.
Îro Pêncşemê, Hikûmeta Brîtanya sizayên ku li ser herdu Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Sûriyê hatibûn sepandin rakirin,her weha siza li ser hejmarek saziyên hewlgêriyê jî hatin rakirin, bê ku hûrgiliyên zêdetir di vê derbarê de diyar bike.
Di destpêka Adara bûrî de Brîtanya 24 qewareyên Sûrî ji lîsteya sizayan rakirbûn, di nav de Banka Navendî û kompanîne petrol.
Berîtaniya dibêje ku wê biryar daye hin sizayên li ser Sûriyê rake, bi armanca alîkariya miletê Sûrî.