Serokê Hewlgêriya Rûsya: Em li gel berpirsekî Hewlgêriya Sûriyê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hewlgêriya Rûsya eşkere kir ku wan civîneke li gel berpirsekî Hewlagêriya Sûriyê li dar xist.
Sergey Naryshkin serokê dezgeha Hewlgêriya Derve ya Rûsya got ku di çarçoveya kongireke li Azerbaycanê de, ew li gel berpirsekî Hewlgêriya Sûriyê civiyan.
Li gorî ku Naryshkin ji ajansa "TASS" re gotiye: "Ew civîn dostane û avaker bû".
Her di derbarî pêwendiyan li gel Rûsya, berya 2 rojan serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' ji "New York Times" re gotibû ku hebûna Rûsya ya leşkerî li Sûriyê heye û hemû rêkeftinên berê hatine pûçkirin û ew li ber in rêkeftinên nû darêjin.