Barzanî û Pedersen êrîşa li ser Hewlêrê û dawîn pêşhatên Sûriyê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li gel nûnerê taybet ê emîndarê gîştî yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê, Geir O. Pedersen, li Davosê civiya û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.
Di civîna ku duh li Davosê hatî lidarxistin, her du aliyan êrîşa Îranî ya bi mûşekan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û binpêkirinên berdewam ji serweriya Îraq û herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin, tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û seqmgîriya Îraq, Herêma Kurdistanê û deverê kir.
Her weha dawîn pêşhatên Sûriyê nexasim hewlên amadekirina destûreke ku mafên hemû pêkhateyan di nav de gelê Kurd diparêze, gotûbêj kirin.
Di 15ê çileya 2024an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şandeke fermî bo beşdariyê di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de bike ber bi Swîsrayê ve bi rê ket.
Mesrûr Barzanî li Davosê li gel hejmarek serok, serokwezîr û berpirsên pilebilind ên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê civiya û hejmarek mijarên navxweyî, navçeyî û cîhanî gotûbêj kirin.