Nirxê pelên mêwan li Efrînê bilind bûye

Nirxê pelên mêwan li Efrînê bilind bûye

Welat TV – Hewlêr

Di dawiya meha Nîsanê de demsala pelên mêwan, (Rezan) e, li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, nirxê pelan bilind bûye.

Bazirganekî ji bazara Hal a bajarê Efrînê ji Welat TV re got: Nirx îsal berawerdî bi salên bûrî re baş û bilind bûye.

*3 cur in

Da zanîn ku, sê curên pelên mêwan hene, yê baş ku bi "Dukilgan" tê naskirin kîlo bi 3 dolar û 75 sentan e, yê kiwalîtî naverast bi 2 dolar û nîvan e, her weha pelên normal jî bi dolarek û nîvê ne.

Wî bazirganî diyar kir, ku sala bûrî ya herî baş bi 2 dolaran dihat firotin, îsal nirx baş bûye, lê têçûn gelek e.

*Rê vebûne

Nîşan bi rewşê da û got: Îsal rewş cuda ye, piştî hilweşandina rêjîma Esed, rê bi fermî vebûne û bazirgan dikarin berhemên xwe bibin Helebê, şamê û parêzgehên din jî, lewma cudahiyeke berçav di nirxan de çêbûye.

Herêma Efrînê bi darên xwe navdar e, ji bilî darên zeytûn, fêkî û hinaran, jêdera rêjeyeke baş ji cotkaran, demsala darên mêwan e, sûdê, ji pel, qoriq (tirş) û tirî dibînin.