Ji dema ketina Eesd ve 200 hezar penaber ji Turkiyê vegeriyane Sûriyê

Ji dema ketina Eesd ve 200 hezar penaber ji Turkiyê vegeriyane Sûriyê

Welat TV – Hewlêr

Turkiyê ragihand ku bi sedên hezaran penaberên Sûrî piştî hilweşîna Rêjîma Esed ji Turkiyê vegeriyane welatê xwe.

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan di daxuyaniyekê de got, ji dema hilweşîna Rêjîma Esed ve, bêtirî 200 hezar penaberên Sûriyê ji Turkiyê vegeriyane welatê xwe.

Erdogan got jî, ta niha derdora 4 miliyon Sûrî li Turkiyê hene û ew tu kesî bi neçarî venagerînin Sûriyê.

Serokê Turkiyê tekez jî kir, ew bi hikûmeta Sûriyê re di hemahengî û pêwendiyeke berdewam de ne da ku seqamgêriyeke berdewam li Sûriyê peyda bibe.

*Raporta UN 

Netewên Yekgirtî di rapotekê de ragihand ku, ji 1 Berçileyê ta 27ê Sibata bûrî, 297.300 penaberên Sûrî ji welatên cîran vegeriyane Sûriyê.

Li gorî raportê, penaberên Sûriyê yên ku ji Turkiye, Libnan, Urdin, Iraq, Misr û ji welatên din vegeriyane, û hejmara herî mezin a Sûriyên ku vegeriyan ji Turkiyê ye derdora 81.576 kesî ye