Nêçîrvan Barzanî û Tomas Seiler rewşa Sûriyê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Tomas Seiler pêwendiyên dualî û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Îro 29ê Nîsana 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.
*Bihêzkirina hevkarî û hemahingiyê
Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên dualî û bihêzkirina hevkarî û hemahingiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
*Bihêzkirina peywendiyan
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Yekîtiya Ewropayê ya piştgir ji aramiyê re û berdewamiya bihêzkirina peywendiyan bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kir.
*Berdewamiya piştgiriya Herêma Kurdistanê
Ji aliyê xwe ve, Tomas Seiler tekezî li ser pabendiya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê re kir, her weha spas û pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di bicihkirina aramiyê û pêkvejiyana aştiyane de, derbirandin.
Rewşa Sûriyê û herêmî bi giştî, mijareke din a civînê bû.