Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: Di rojekê de 31 kes Sûriyê hatine kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: Di rojekê de 31 kes Sûriyê hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de eşkere kir ku di rojekê de 31 kes li seranserî Sûriyê hatine kuştin.

Rewangehê diyar kir, ku duh roja Sêşemê 29 Nîsana 2025an, li seranserî Sûriyê 31 kes hatin kuştin.

Li gorî rewangehê, di nav kuştiyan de, sivîl û çekdar hene, di rewşên cuda de hatine kuştin.

*14 li Ceremana ne 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir, ku hejmara herî zêde ya kuştiyan li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê ye, 7 ji hikûmetê û 7 ji şêniyên Ceremana di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

*3 term li Idlibê hatine dîtin

Rewangehê diyar kir, ku termê 3 kesan jî li gundewarê Idlibê hatine dîtin, her weha kuştiyên din li parêzgeh, bajar û bajarokên din hatine tomarkirin û belgekirin.