Erdogan: Em sîstema fedralî li Sûriyê qebûl nakin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku ew sîstema fedralî li Sûriyê qebûl nakin.
Erdogan ev yek weke bersivekê li ser pirseke girêdaya Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ragihand, û got: “Sîstema fedralî xewin e û li Sûriyê nayê bicîkirin”.
Li gorî serokê Turkiyê, ew qebûl nakin ku rewşeke dîfakto li deverê were sepandin her weha destpêşxeriyên ku gefê li aramiya Sûriyê û deverê dixwin qebûla nakin.
Receb Teyib Erdogan serbar kir jî: “Ew rê nadin ku tu qeware li ser sînorê wê werin avakirin û ew Sûriyeyeke yekgirtî li ser sînorê xwe dixwazin.
►Her weha bixwîne: Dewlet Bahçelî: Biryarên Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dijî yekîtiya Sûriyê ne