Turmp wêneyeke xwe bi kincên papayê Vatîkan belav dike

Turmp wêneyeke xwe bi kincên papayê Vatîkan belav dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Turmp wêneyeke xwe bi kincên papayê Vatîkan belav kir.

Turmp li ser hejmarên xwe yên torên civakî wêne belav kir û tu şirove jî nedanîne.

Wêne bi şêweyekî berçav belav bû, gelek karvedan li paş xwe hiştin.

*"Ez dixwazim bibim papa"

Beriya niha serokê Emerîka Donald Turmp bi henekî gotibû: Ez dixwazim bibim papayê Vatîkan.

Papayê Vatîkan Papa Fransîs di 21ê Nîsana 2025an di 88 saliya xwe de koça dawî kiribû.