3 yekîtî banga danpêdanê bi rojnamevanên Kurd û vekirina kenalên Kurdî dikin
Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Giştî ya nivîskar û Rojnamevanan li Sûriyê û Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, daxuyaneyeke hevbeş bi bûneya Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê belav kir.
Her sê yekîtiyan di daxuyaniya xwe tekezî li ser girîngiya danpêdanê bi rojnamevanên Kurd wekû beşek ji laşê Rojanmegeriya Sûrî, kir.
Her sê yekîtiyan di daxuyaniya xwe de hejmareke daxwaz kirin:
*Danpêdan bi Rojnamevanên Kurd wekû beşekî rewa ji laşê rojnamevanî yê Sûrî were kirin, û bi awayekî fermî nûneratiya wan bibe.
*Damezrandina Kenal, kovar û rojnameyên Kurdî yên azad.
*Vekirina nivîsgehên fermî yên dezgehên rojnamevanî yên Kurdî li hemû parêzgehên Sûriyê.
*Parastina Rojanmevanên Kurd û peydakirina zemînekê ji bo karê azad ê rojnamegeriya Kurdî.
*Derbaskirina zimanê Kurdî bo ragihandina niştîmanî ya Sûrî.
*Rêgirtin li çand û gotara kînê ya ku li ser torên civakî belav dibe.
Her weha bixwîne.. Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûriyê banga piştgirî û parastina rojnamevan dike