Şam.. Ewlekariya giştî bi tundî li hejmarek welatî da
Welat TV - Hewlêr
Şeva bûrî hêzên ewlekariyê gîştî yên hikûmeta veguhêz a Sûrî êrîşî kazînoyekê li Şamê kir û bi tundî li welatiyên li wir beşdar xistin.
Di vîdyoyekê de, ku bi rêya kamîreya kazînoyê hatiye tomarkirin, bi dehan endamên ewlekariya gîştî êrîşî mkazînoyê dikin û bi tundî li welatiyên didin, di nav wan welatiyan de jin hene.
Ev vîdyo bi awayekî berfireh belav bû, çalakvan û welatiyên Sûriyê nerazîbûna xwe ji vê êrîşê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûrî di daxuyaniyekê de got ku wê kesên berpirs di ber êrîşê de girtine.