Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser kargeheke Kaptagonê

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser kargeheke Kaptagonê

Welat TV - Hewlêr

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser kargeheke Kaptagonê û alavên wê desteser kirin.

Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûrî îro da zanî ku Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir û hêzên ewlekariyê li parêzgeha Himsê dest danîn ser kargeheke gêkirina Kaptagonê li ser sînorê Sûrî – Libnanî.

Li gorî Wezareta Navxwe, hêzên wê dest hemû alavên kargehê desteser kirine da ku werin têkbirin.

24 meha Nîsanê jî, bireke mezin ji hebên Kaptagonê û heşîşê li Der´ayê ku ji bo qaçaxiyê dihatin amadekirin, hatin desteserkirin.

Tevî hilweşîna Rêjîma Esed, hîn qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.