Welatiyekî Efrînê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî bitemen li navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.
Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got: Îro 5ê Gulana 2025an, welatiyê bi navê Dîbo Mihemed Dîbo, di encama teqîna mayînekê de li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa jiyana xwe ji dest da.
Jêderê da zanîn ku dema li nav zeviyê xwe yê zeytûnan bû li xerabê gundê Basilê mayînek teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Dîbo Mihemed Dîbo bi xwe ji gundê Basilê ye, lê nişteciyê taxa Şêx Meqsûd e, û temenê wî 67 salî bû.
*Sivîl dibin qurbanî
Ji ber ku ew dever, deverên hevsînor navera çekdarên Artêşa niştîmanî û YPGê de bûn, mayîn dihatin çandin û bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane.
Her weha bixwîne.. Welatiyekî Kurd ê Efrînê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da