Mesrûr Barzanî mezintirîn pêşangeh li ser asta Rojhilata Navîn vedike

Mesrûr Barzanî mezintirîn pêşangeh li ser asta Rojhilata Navîn vedike

Welat TV - Hewlêr

Îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, mezintirîn pêşangeha geştûguzarî li Hewlêrê li ser asta Rojhilata Navîn (METEX-2025) vedibe.

Pêşangeh ji aliyê Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê vekirin.

Di pêşangehê de sazî, dezgeh, tîm û komeleyên geştuguzarî li Rojhilata Navîn beşdar dibin, heta 8 Gulanê berdewam dike.

*Mezintirîn pêşangeh e

Li gorî daxuyaniyekê ji wezareta şarederî û geştuguzariyê li Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku mezintirîn pêşangeh li ser asta Rojhilata Navîn li Hewlêrê dê bi rê ve biçe.

*Mebest bihzêkirina karta geştûguzariyê ye

Pêşangeh 3 rojan e, û li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê li dar dikeve, mebest jê bihzêkirina karta geştûguzariyê ye û dixwaze dezgehên geştûguzarî yên navdewletî li jêr sêwanekê kom bike.