Bavek û kurê wî bûne qurbaniyên rêya penaxwaziyê

Bavek û kurê wî bûne qurbaniyên rêya penaxwaziyê

Welat TV – Hewlêr

Termên du penaxwazên Sûrî (Bavek û kurê wî) li berava Lîbiya hatin dîtin.

Jêderên xwecihî ji Derayê da zanîn ku, Ji mehekê ve peywendî bi endezyar Hayil Mihemed Qenbes û kurê wî Ehmed re hatibû birîn, her duyan dixwestin berê xwe bidin Ewropayê.

Li gorî jêderan, ji Êlûna 2024an ve ji Sûriyê derketibûn, li Lîbiya asê mabûn, piştî birîna peywendiyan, termên wan hatin dîtin.

*Bi sedan bûne qurbanî

Qurbanî ji parêzgeha Derayê ne, li gorî nivîsgeha belegekirinê li kombûna Ehrar Horan, bi dehan ji welatiyên parêzgehê bûne qurbaniyên hewlên nerewa yên çûna Ewropyê.