Eqîdekî Rêjîma Esed li Tertûsê hat girtin

Eqîdekî Rêjîma Esed li Tertûsê hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya ewlehiya Tertusê ya hikûmeta veguhêz a Sûrî Eqîdekî ku kar li gel Rêjîma Esed kirbû girt.

Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûrî îro da zanîn ku ewlekariya Tertûsê Eqîdê bi navê Salim Iskender girt.

Li gorî wezaretê, Teraf di serdema Rêjîma Esed a hilweşiyayî de li Helebê fermandarê Lîwaya 123 bû di Heres El-Cimhûrî de her weha serokê şaxê ewlehiya dewletê li Senamên bû.

Wezaretê got jî ku Teraf gelek tewan û binpêkirin dermafê xelkê Sûriyê di serdema Esed de encam dabûn.

►Her weha bixwîne: Berpirsekî Rêjîma Esed li Laziqiyê hat girtin