Çalakvaneke ji Siwêdayê: Tu rêkeftin nehatin îmzekirin û em di dorpêçê de ne
Welat TV - Hewlêr
Çalakvana sivîl Dr. Luceyin Hemze da zanîn ku rewş li parêzgeha Siwêdayê aloz e û tu rêkeftin ji bo başkirina rewşê nehatine îmzekirin.
Dr. Luceyin Hemze îro ji Welat TV re behsa dawîn pêşhateyên Siwêdayê kir û got ku ew di dorpêçeke abûrî û mirovî de ne.
Hemze diyar kir ku xelkê Siwêda dinalin ji ber dorpêçê di warên av, xwarin, enternet, elekitrîk û hemû pêdviyên jiyana rojane de.
*Tu rêkeftin nehatin îmzekirin
Derbarê nûçeyên li ser îmzekirina rêkeftinekê di navbera xelkê Siwêdayê û hikûmeta Sûrî ya veguhêz de jî, Dr. Luceyin Hemze da zanîn ku ”tu rêkeftin li Siwêdayê nehatine îmzekirin, û dema ku oldarên Duziyan (Şêx Yûsif Cerbû´, Şêx Hemûd Henawî, Şêx Hikmet El-Hicrî) û Mîr Hesen El-Etreş xalên rêkeftinê xwendin, ew rêkeftin red kir”.
Li ser daxuyaniyên Israîlê yên ku dibêjin ”ew ê piştevaniya Durziyan li Sûriyê bikin”, Dr. Luceyin Hemze diyar kir ku wan tu piştevanî ji Israîlê li deverên Ceremana, Sehnaya û Siwêdayê ta niha nedîtine.
►Her weha bixwîne: Termên bi dehan Durzî gihîştin bajarê Selxedê