Hesekê.. Şevbuhêrkeke hunerî û rewşenbîrî bi bûneya Konfiransa Yekrêziyê hat lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Bi bûneya lidarxistina Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, li bajarê Hesekê şevbuhêrkeke hunerî û rewşenbîrî hat lidarxistin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya û Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Li Sûriyê ev şevbuhêrk bi rêk xist.
Di şevbuhêrkê de kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî "ENKS", helbestvan û nivîskar beşdar bûn.
Hejmarek helbestvanên di şevbuhêrkê de beşdar, helbest pêşkêş kirin û Koma Mîtan a Foliklorî jî bi dîlan û stranan şevbuhêrk geş kir.
Ji aliyê xwe ve jî herdu hunermend Me'sûm Şikakî û Azad Şikakî hejmarek stran pêşkêş kirin.