Frêdrîş Mîrts bû Şêwirmendê Elmanya

Frêdrîş Mîrts bû Şêwirmendê Elmanya

Welat TV - Hewlêr

Serokê biloka yekîtiya kiristiyanan (Partiya Yekîtiya Kirîstiyanan a Demokrat û Partiya Kirisryanan a Civakî ya Bavarî) Frêdrîş Mîrts bû şêwirmendê Elmanya yê nû.

Îro nîvro di duyem gera hilbijartinên perlemana fedral a Elmanya de, Frêdrîş Mîrts bi ser ket û bû dehem şêwirmendê wî welatî.

Mîrts di gera yekem de sibeha îro, 310 deng bi dest xistin, lê pêwîstiya wê bi 316 dengan hebû ku bibe şêwirmendê Elmanya, lê di gera duyem de, 325 deng bi dest xistin.

Îşev jî, Mîrts sûnda destûrî di perlemana fedralî ya Elmanî de xwar û got ku ew ê kar ji bo berjewendiya xelkê Elmaniya bike.

►Her weha bixwîne: Hikûmeta Elmanya ya dahatî ji bo sînordarkirina koçberiya ne yasayî rêkaran distîne