El-Şeri’ gihişte Fransa û li gel Makron dicive
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ îro Çarşemê bi seredaneke fermî gihişte Fransa.
Ev yekem seredana El-Şeri’ e bo Ewropayê, û dê li gel serokê Fransa Emmanuel Makron bicive û hejmarek mijar gotûbêj bikin.
*Makron û El-Şeri’ dê behsa çi bikin?
Serokatiya Fransa ragihandibû ku Makron dê di civîna li gel El-Şeri’ de, careke din tekeziyê li ser piştgiriya Fransa bo avakirina Sûriyaya nû, azad, serbixwe û aram ku rêzê li tevaya pêkhateyên Sûriyê bigire, bike.
Û tekez kir ku ev hevdîtin dikeve di çarçoveya pabendbûna Fransa beramberî miletê Sûrî yê ku çaverê aştî û demokratiyê ye.
Ji aliyê xwe ve jî, "Ajansa SANA" di derbarî vê seredanê de ji Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê veguhestiye, ku di civîna El-Şeri’ û Makron de, "astengiyên ewlehiyê li pêş Hikûmeta Veguhêz, êrîşên Israîlê û pêwendiyên li gel welatên cîran û bi taybet Libnan", dê mijarên sereke bin.
Di destpêka Sibata bûrî de serokê Fransa Emmanuel Makron, El-Şeri’ vexwend Fransayê, û di dawiya Adarê de vexwendina xwe bi mercekî ve girêda bû, ew jî "avakirina hikûmeteke giştgir û gerentîkirina vegera tevaya penaberên Sûrî".