Rueters: Îmarat navbênkariya civînên nehênî di navbera Israîl û Sûriyê de dike
Welat TV - Hewlêr
Ajansa Royterzê dibêje Îmarat û navbênkariyê ji bo lidarxistina civînan di navbera Israîl û Sûriyê de dike.
Ruetersê li ser jêderên taybet got: “Îmaratê kenalake nehênî ya pêwendiyan di navbera Israîl û Sûriyê de ava kiriye”.
Ruetersê da zanîn jî, civînên ku berpirsên Istixbaratê yên her sê welatan tê de amade bûbûn, piştî demeke kurt ji sardana Ehmed El-Şeri Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz di nîsana bûrî de bo Îmaratê dest pê kiribûn.
Li gorî ajansa Rueters mijarên wan civînan li ser hevkariya Istixbaratî û jinavbirina terorê bûn.
Ev pêngav tê piştî bilindbûna asta girjiyan di navbera Israîl û Sûriyê de nexasim êrîşên atrêşa Israîlê li ser deverên cuda li Sûriyê.