Elmanya biryara redkirina daxwazên penaberiyê da

Elmanya biryara redkirina daxwazên penaberiyê da

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê navxwe yê Elmanya yê nû, biryar da ku daxwaznameyên penaberiyê li ser sînorên Elmanya, werin redkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Elmanya, Alksander Dobrindt biryar daye ku daxwaznameyên penaberiyê li ser sînorên Elmanya, ku daxwaza parastinê jî pêşkêş bikin, werin redkirin.

Di sala 2015 an de, Elmanya biryar dabû ku daxwaznameyên penaberiyê li ser sînor bê lêvegereke yasayî ,neyên redkirin.

Di dema niha de û piştî biryara nû ya Wezîrê navxwe ew biryar sala 2015an hat pûçkirin û biryara nû dikeve warê bicîkirinê de.

►Her weha bixwîne:

Hikûmeta Elmanya ya dahatî ji bo sînordarkirina koçberiya ne yasayî rêkaran distîne

Sûrî di pileya yekem de ne.. Hijmara penaxwazan li Elmanya zêde bûye