Şam.. Wezîrê Wizeyê bi şandeke Elmanî re civiya

Şam.. Wezîrê Wizeyê bi şandeke Elmanî re civiya

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Wizeyê Mihemed El-Beşîr di hikûmeta veguhêz a Sûrî de li gel şandeke Banka Dubare Avakirinê ya Elmanî li Şamê civiya.

Wezareta Wizeyê îro di daxuyaniyekê de da zanîn ku Mihemed El-Beşîr li gel şandeke Banka Dubare Avakirinê ya Elmanî civiya û asoyên hevkariya hevbeş gotûbêj kirin, nexasim pirojeyên dubare avakirina jêrxaneyên wizeyê li Sûriyê.

Li gorî wezaretê, her du aliyan egera bicîkirina bernameyan ji bo piştevanî û dubare çakirina navendên sereke li Sûriyê, gengeşe kir.

Ev civîn di demekê de tê, ku jêrxaneya wizeyê li Sûriyê di rewşeke xerab de ye û welatî ji nebûna xizmetguzariyan dinalin.

►Her weha bixwîne: Parêzgarê Dêra Zorê: Hikûmeta Sûriyê dê serperiştiya tevaya bîrên petrolê bike