Elmanya.. Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê çîroka penaberiyê kiriye pirtûk
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê ku li Elmanya dimîne, pirtûka xwe ya nû bi navê "Di Navbera Du Cîhanan de" bi zimanê Elmanî belav kir.
Şêrwan Remo çalakvan e û di warê mirovî de kar dike. Di pirtûka xwe de behsa çîroka penaberiyê û zehmetiyên wê dike.
Pirtûka "Di Navbera Du Cîhanan de" sê beş in, beşê yekem behsa jiyana li Rojavayê Kurdistanê dike û beşên din jî li ser rêya penaberiyê û jiyana li Elmanya ne.
*Zehmetî û astengiyên penaberiyê
Di hevdîtinekê de li gel Welat Tv, Şêrwan dibêje ku gelek welatiyên Elmanya hene bawer nakin ku ew ji ber astengiyan penaber bûne:
"Di pirtûkê de min behsa Rojavayê Kurdistanê, rêya penaberiyê û zehmetiyên li Elmaniya kiriye".
Derbarî zehmetiyên ku rastî penaberan li Elmanya tên got: "Penaber gelek zehmetiyan di yasa û zimanê Elmanî de dibînin".
Şêrwan ji gundê Elwanka Ezêm yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji berya 11 salan ve penaberî welatê Elmanya bûye.