Rewangeha Sûrî: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin

Rewangeha Sûrî: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr

Ji dema ketina Esed, 8 Berçileya 2024an ve, ta meha Gulana 2025an bi dehan komkujî li deverên Sûriyê weke bûyerên Berava Sûriyê û peroseyên tolvekirinê li ser bingeha tayîfî rû dane.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di heyama 5 mehan û ta niha 5514 sivîl bi awayên cuda li deverên cuda hatine kuştin û koma giştî ya kuştiyan 7342 kes in.

Li gorî Rewangeh Sûrî ya Mafên Mirovan, 4852 mêr û ciwan in, 402 jin in û 260 jî zarok in hemû jî bi awayên cuda li piraniya deverên Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeh Sûrî ya Mafên Mirovan got 2092 kes jî li ser bingeha nasname hatine kuştin.