Çalkvanên Qamişlo êrîşên Turkiyê û Îranê şermezar kirin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek çalakvan li bajarê Qamişlo êrîşên Turkiyê li ser jêrxaneyan li Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Îranî li ser Hewlêrê şermezar kirin.
Duh 20ê Çileya 2024an, hejmarek çalakvan li bajarê Qamişlo seknandinek ji bo şermezarkirina êrîşên Turkiyê li ser jêrxaneyên xizmetguzarî, westgehên av û petrol, gaz û elekitrîkî her weha êrîşa Pasdarên Îranî bi mûşekan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li dar xist.
Di rojên borî de, Turkiyê jêrxane û westgehên av, petrol, gaz û elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin û ji kar derxistin ji ber vê yekê jî welatî di rewşine zehmet de dijîn.
Şeva 15 li ser 16ê Çileya 2024an, Pasdarên Îranî bi mûşekên balistî, êrîşî Hewlêrê kir, di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, û hejmareke din birîndar bûn.