Turkiyê salê 2 milyar mitrên sêcar ji xaza siruştî dişîne Sûriyê

Turkiyê salê 2 milyar mitrên sêcar ji xaza siruştî dişîne Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Wizeyê yê Turkiyê Alib Arsilan Bêriqdar da zanîn ku welatê wî pilan dike rojane 6 milyon mitrên sêcar ji xaza siruştî hinardeyî Sûriyê bike.

Bêrqdar di hevdîtinekê de li gel kenalek Turkî de got: ”Xaza ku bo Sûriyê dê were henardekirin, tê pêşbênîkirin ku salane bighe du milyar mitrên sêcar û dê ji bo berhemanîna elekitrîkê were bikaranîn”.

*Ji Kilis bo Helebê

Wezîrê Wizeyê yê Turkiyê diyar kir ku avakirina jêrxaneyan ji bo veguhestina xazê li aliyê Sûriyê dest pê kiriye, û xaz dê ji bajarê Kilis yê Turkiyê bo parêzgeha Heleb a Sûrî were veguhestin ji bo berhmanîna elekitrîk li westgeha elekitrîka Helebê.

Li gorî Bêriqdar, pêşketineke baş di pirojeyê de hatiye encamdan, û hêla veguhestina xazê gihîştiye sînorê Sûriyê li bajarê Kilis, û armanc ew e ku di heyama 3 mehan de xaza siruştî bighe Sûriyê ji bo peydakirina sotemeniyê ji westgehên elekitrîkê re.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Wizeyê di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Mihemed El-Beşîr da zanîn ku "Turkiyê rojane dê 6 milyon mitrên sêcar ji xaza siruştî bişîne Sûriyê".

*200 Mêga Wat

Wezîrê Wizeyê yê Turkiyê got jî ku her weha karê zêdekirina Sûriyê bi elekitrîkê dest pê kiriye û derdora 200 Mêga Wat ji elekitrîkê bo Helebê tê şandin.

Beriya niha jî, Mihemed El-Beşîr dabû zanîn ku hêleke nû ya elekitrîkê dê di anvbera Turkiyê û Sûriyê de were avakirin, û dê derdora 400 Mêga Wat li bakurê Sûriyê peyda bike.

Ev yek di demekê de tê, ku karta elekitrîkê li Sûriyê di rewşeke xerab de ye, welatî li piraniya deverên Sûriyê ji elekitrîkê bê par mane, bi tenê demjimêrên kêm elekitrîk ji bo wan tê peydakirin, ev yek jî bûye sedema bêparbûna wan ji gelek ximetguzariyên sereke, nexasim ku di dema niha de, piraniya alavên nav malan li ser elekitrîkê kar dikin.