Yedioth Ahronoth: El-Şeri´ ji Israîlê xwestiye ku demekê bide wî ji bo kontirolkirina rewşê
Welat TV - Hewlêr
Rojnameya Yedioth Ahronoth a Israîlî da zanîn ku Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ ji Israîlê xwestiye ku demekê bide wî ta ku rewşê li hundirê Sûriyê kontirol dike.
Li gorî Rojnameya Israîlî, şandeke Sûrî ku ji 3 alîkarên El-Şeri´ pêk dihat li bajarê Ebû Zebî paytexta Îmaratê li gel şandeke Israîlê ku ji hejmarek pisporên ewlehî pêk dihat 3 caran civiyan.
Rojanmeyê diyar kir ku di civînan de, bi amadebûna navbênkaran ji Îmaratê, şanda Sûrî xwest ku Israîl demê bide El-Şeri´ da ku “amadekariyên xwe bike û sîstemeke nû li Sûriyê bi cî bike”.
Her weha, li gorî Rojnameyê, aliyê Sûriyê daye zanîn ku “tu berjewendiyên wan di nakokiyan bi Israîl re tune ne, û aliyê Israîlê ev yek bi erênî bi nav kiriye”.
Rojnameyê serbar jî kir ku şanda Israîlî ”êrîşên li ser Durzaiyan li Sûriyê gengeşe kirin û gotiye welatê wê van êrîşan qebûl nake”.
►Her weha bixwîne: Rojnameya "Haartz" a Israîlî: Berpirsên pilebilind ên Sûriyê serdana Israîlê kiriye