PKK: Me Kongireya xwe ya 12'emîn li dar xist
Welat TV - Hewlêr
PKK ragihand ku wê kongireya xwe ya 12'emîn li dar xistiye û "biryarên giring" hatine standin.
Li gorî daxuyaniyekê ji PKK, li ser banga Ocelan kongireya wê ya 12'emîn di navbera 5 - 7ê vê meha Gulanê de hat lidarxistin û li ser bingeha wê bangê, biryarên giring derbarî karên PKK hatin standin.
Her li gorî daxuyaniyê, di demeke nêzîk de "zaniyarî û belgeyên berfireh derbarî encamên kongireyê dê bi raya giştî re werin parvekirin".
*Banga Ocelan
Di Sibata bûrî de, Desteya Îmraliyê bi Serokê PKKê Ebdulah Ocalan re hevdîtin kiribû û nameyek jê veguhestibû.
Ocelan di nameyê de bang li PKKê kir ku çekên xwe deyne û xwe hilweşîne û got ew berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigire ser xwe.
►Her weha Bixwîne.. PKKê derbarî nameya Ocelan daxuyanî da: Agirbestê radigihînin