ENKS pîrozbahiya Şêwirmendê Elmanya kir û banga piştgiriya pêkhateyên Sûriyê kir
Welat TV - Hewlêr
Nûnertiya Ewropa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" pîrozbahî li Friedrich Merz bi bûneya hilbijartina wî weke Şêwirmendê nû yê Elmanya, kir.
Nûnertiya ENKS di nameya xwe de gotiye ku ew hevparê kêfxweşiya miletê Elmanî ne bi vê bûneyê:
"Hêvî dikin ku piştgiriya Elmanya bo hewlên pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê berdewam bin, di nav de jî danpêdan bi mafên miletê Kurd ên rewa di Sûriyayeke demokrat piralî de".
Nûnertiya Ewropa ya ENKS diyar kiriye ku roleke Kurdan a kara li Elmanya û Ewropa hebû di piştgiriya nirxên piralîbûn û beşdarbûna sivîl de.
Her weha hêvî kiriye ku Hikûmeta Elmanya berdewam be di piştgiriya hewlên çareseriya siyasî ya giştgir de li Sûriyê, ku mafên tevaya pêkhateyan werin gerentîkirin û "di serî de miletê Kurd".